Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgehê bi tohmeta ku li Licêya Amedê zarokê 14 salî “bi zanebûn birîndar kirine” derbarê du polîsên din de biryara zeftkirinê dabû ku herdu polîs bi şertê kontrola edlî serbest bûne.
Di 21ê Adarê de li Licê, polîsan Y.D.yê 14 salî û hevalê wî yê 10 salî dema diçûn malê sekinandin. Polîsan bêyî ku ti hincetê nişan bidin ew desteser kirin û "birin cihekî ewle, xwestine bi darê zorê pê bidin gotin ku ew tirk e, bi quntaxa çeke lê dan, paşê jî dest û pêyên wî girê dan û ew xistin nava kîsekî."
Derbarê polîsan de lêpirsîn hatibû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de 5 polîs desteser kiribûn. Ji wan sê bi tohmeta ku “bi zanebûn birîndar kirine” hatibûn girtin.
Walîtiya Amedê daxuyanî dabû ku ew polîsana ji wezîfeyê hatine dûrxistin û derbarê wan de lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin.
Serokê Baroya Amedê Nahît Erenî aşkere kiriye ku herdu polîs îro piştî jêpirsîna li dadweriyê bi şertê kontrola edlî serbest bûne.
Çi bûbû?
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di 21ê Adarê de li Licê, polîsan Y.D.yê 14 salî û hevalê wî yê 10 salî dema diçûn malê sekinandin. Polîsan bêyî ku ti hincetê nişan bidin ew desteser kirin û "birin cihekî ewle, xwestine bi darê zorê pê bidin gotin ku ew tirk e, bi quntaxa çeke lê dan, paşê jî dest û pêyên wî girê dan û ew xistin nava kîsekî."
Parêzerê malbatê Ramazan Karaalpî got, "Nexweşxaneya Dewletê ya Licê rapora derblêdanê ji bo zarokî amade kir û paşê ew şand Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê û metirsî heye ku çavê wî yê rastê êdî nebîne."
Bavê zarokî jî diyar kir ku dema ew li nexweşxaneyê bû, polîsan ji wan re gotiye "Hûn Torosên Spî dixwazin" û gef li wan xwariye (AS/AY)