Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî (IOM) aşkere kiriye ku li Behra Spî, li nêzîkî Libyayê keştiyeke penaberan noqî avê bûye. Di encamê de 74 kes mirine.
IOMa bi ser Neteweyên Yekgirtî (NY) ve girêdayî ye di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku keştî nêzîkî bajarê Al Khumsê yê Libyayê bin av bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê di keştiyê de herî hindik 120 kes hebûne. Masîvan û ekîbên ewlehiyê yên peravan 74 kes rizgar kirine û herî hindik 74 kes jî mirine.
Îsal herî hindik 900 penaber li Behra Spî mirine
Li gorî daneyên IOMê îsal 900 penaberên ku dixwestin bi rêya Behra Spî biçin Ewropayê di avê de fetişine.
Ji 1ê Çiriya Pêşiyê heta niha li Behra Spî ya Navîn herî hindik 8 qeza rû dane.
IOMê her weha diyar kiriye ku di du rojên dawiyê de du belem noqî avê bûne û di encamê de du jê zarok herî hindik 19 kes mirine. (EKN/FD)