Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Koçberan ya Navneteweyî (IOM) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser lehiya li Lîbyayê raporek weşand. Li gorî raporê, herî zêde bajarê Derneyê ji bahoza Danîelê bandor bûye û herî kêm 30 hezar kes li bajêr koçber bûne.
Hatiye diyarkirin ku li Beydayê 3 hezar, li Bingazîyê 2 hezar û 85 û li bajarê El-Mehilîyê jî hezar kes ji ber lehiyê koçber bûne.
Ji ber wêranbûna li Derneyê rê girtî ne, ev rewş jî rê li ber hatina alîkariyên mirovî digire.
Li bajarê Derneyê hejmara kesên hatine definkirin gihaştiye 2 hezar û 90 kesan, Ji wan hezar û 100 kes nasnameya wan nehatiye diyarkirin.
Her weha Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê Abdulhamîd ed-Dibeybe di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Facebookê da ragihand ku ji ber lehiyê perwerdeya li dibistanên seretayî û navîn ji bo 10 rojan hatiye sekinandin.
Çi bûbû?
Di 10ê Îlonê de navîna Behra Sipiyê di bin bandora bahoza “Daniel”î de mabû. Bandora wê li rojhilatê Lîbyayê jî bûbû. Li bajarên Bîngazî, Beyda, Merc, Sûse û Derneyê av rabûbû.
Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Netewî Abdûlhamîd Dibeybeyî, duh biryar da ku ji ber lehiyê ew ê li tevahiya welatî 3 rojan şînê gire bidin.
Desteya Serokatiyê ya Lîbyayê jî bang li welatên dost û saziyên navnetewî kir û daxwaza alîkariyê ji wan kir.
Li gorî daxuyaniya Xaça Sor, ji ber lehiyê 10 hezar kes winda ne.
Di 40 salên dawiyê de li rojhilatê Libyayê bi vê rêjeyê baran nebariyaye.
Di vê navberê de Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tendûristiyê ya Cîhanî Tedros Adhanom Ghebreyesûsî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamak weşand.
(AS/AY)