Hikûmeta Mutabeqeta Neteweyî ya Libyayê (HMN) ya di qada navneteweyî da tê nasîn daxuyandiye ku di pevçûnên li Trablusê çêbûn da ji milîsên General Xelîfe Xefter 10 kes hatine kuştin.
Berdevkê Hikûmeta Mutabeqeta Neteweyî Mihemed Kununu li Navenda Çapemeniyê ya Operasyona Burkan el-Gadabê daxuyandiye ku milîsên Xefterî bi piştgiriya 4 tankên Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban hatine pireya El Furusiyyeyê ya li ser rêya Balafirgeha Trablusê.
Kununuyî gotiye ku di navbera wan û hêzên hikûmetê da pevçûn derketiye, 10 milîs hatine kuştin, 12 wesayîtên eskerî jî hatine îmhakirin ku êdî nikarin bên xebitandin.
Xefter di 4ê nîsanê da ji bo ku Trablusê bi dest bixe fermana êrîşê dabû û gotibû di nav 48 saetan da ewê bi dest bixin. Li ser vê hêzên HMNyê Operasyona Burkan el-Gadabê dabûn destpêkirin.
(MB)
*Çavkanî: Türkan Tosun/AA, Wêne: AA