Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamentoya Libnanê yaseyeke nû qebûl kiriye ku li gorî vê yaseyê tacîza cinsî wê weke sûc were nirxandin û di encama vê de wê fail heta 4 salan cezayê girtîgehê û heta 50 qatê hindiktirîn mehaneyê dikarin cezayê pereyan lê bibirin.
Ofîsa Wekheviya Zayendî ya Neteweyên Yekgirtî ya li Libnayê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye: “Yekem yaseya ku wê li Libnayê failên tacîza zayendî û îstismaran ceza bike.”
Yaseya nû wê bihêle cezayê girtîgehê were dayîn
* Failên bûyerên tacîza zayendî dibe heta 4 salan cezayê girtîgehê û heta 50 qatê hindiktirîn mehaneyê werbigirin.
* Li gel cezakirina failan wê him mexdûr him jî kesên şahidi li dijî bersûcan kiribin, werin parastin.
* Wezareta Karûbarên Civakî wê piştgirî û xizmeta rehabilîtasyonê bide mexdûran.
* Ji bo civak di mijara tacîza zayendî de baldar bibe wê foneke taybet were sazkirin.
* Mexdûr wê bikaribin tazmînatê bixwazin.
* Heke di navbera fail û mexdûran de têkilî/peywendiyek hebe, dibe ji 6 mehan heta 2 salan cezayê girtîgehê û ji 10 qatî heta 20 qatê hindiktirîn mehaneyê cezayê pereyan li wan were birîn. Ev tişt heke tacîzkar û istismarkar hevkarê faile bin an jî li saziya dewletê, li zanîngeh, dibistan û di veguhastinê de pêk hatibe jî wê were pêkanîn.
* Heke mexdûr kêmendam be an jî nikaribe xwe biparêze, heke fail du kes an jî ji dua kesan zêdetir bin û zexta madî, manewî û hestiyarî li ser mexdûrê kiribin, dibe ji 2 salan heta 4 salan cezayê girtîgehê û ji 30 qadî heta 50 qatê hindiktirîn mehaneyê cezayê pereyan li wan were birîn.
Rêxistinên jinan ên li Libnanê, yase erênî nirxandine lê gotine ku ji bo wekheviya zayendî hê gelek tişt hene divê bên kirin. (EMK/FD)
Çavkanî: esitlikadaletkadin.org