Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamentoya Kuveytê ji bo Komîteya Jinan parlamenterên mêr wezîfedar kiriye. Tayînkirina meran ji bo Komîteya Jinan ya ku wê li ser mafên jinan xebat bikiraba, rastî nerazîbûnan hatiye.
Piştî hilbijartinên parlamentoyê roja Sêşemê duyem danişîn parlamentoya nû pêk hatiye. Di danişînê de parlamenteran di komîsyonên meclîsê yên dem dirêjî û demkî de erkdar bûne.
Di danişînekî din de ji bo komisyona karên zarok û malbatan sê parlamenterên mêr yên bi navê Ûsame el Munawer, Salîh el Mutaîrî û Ûsame el Şahîn hatine wezîfedar kirin.
“Doza Winda”
Li gorî nûçeya Euronewsê tayînkirina mêran ji aliye mafparêzên jin yên naskirî, akademisyen û bikarhênerên medya civakî yên li wî welatî ve bi tûndî hatiye rexnekirin.
Yek ji wan mafparêzan Dr. Şeyha el Jassem e. El Jassemê li Zanîngeha Kuveytê profesorê felsefeyê ye û derbarê mijarê de weha gotiye, “Keçino, em dozekî winda ne.” El Jassemê di hilbijartinan de namzed bûye û bi ser neketiye.
Parlamentoya Neteweyî ya Kûveytê ji 50 endaman pêktê. Ji her 4 sal carê hilbijartin çêdibe.
Di sere vê mehê de hilbijartinên parlamentoyê çêbûye. 29 jin weke namzed tevlî hilbijatinan bûne û ji wan yek jî nehatiye hilbijartin. Parlamentoya Kuveytê bi temamî ji parlamenterên mêr hatiye.(EMK/AY)