Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navçeya Kuşadasiyê ya Aydinê keleka penaberên ku dixwestin derbasî Yewnanistanê bibin, noqî avê bûye.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Peravan a Wezareta Navxweyî, saet 03.25 deqîpeyan zanyariyek bi dest xistine ku kelekek noqî avê bûye. Tîmên wan bi firokeyekê, bi balafirekê û du kelekan çûne cihê bûyerê.
Di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de termê neh kesan hatiye ditîn. Çar kes hatine rizgarkirin.
Qaymeqamê Kuşadasiyê Mûammer Aksoyî ji nûçegihanê Ajansa Anadolûyê (AA) re gotiye, heft jê zarok, du jê jin, neh kes mirine.
Kuşadasi yek ji wan herêman e ku penaber ji wir dixwazin bi rêya deryayê derbasî Yewnanîstanê bibin. Ji bilî Kuşadasiyê li derdora Îzmîrê, Dîkîlî, Foça, Karabûrûn û Çeşme jî herêmên ku penaber ji bo derbasbûnê tercih dikin. (HK/FD)
Werger: Gokhan Arpa