Fexriye Êliya, jineke mesîhiye. Temenê wê 75 sal e. Ji qezaya Şeqlawayê ye. Şeqlawa bi ser parêzgeya Hewlerê ve ye. Heft zarokên wê hene û nêzîkî 55 sal in ku şerabê çêdike.
Çêkirina şerabê di encama çend qonaxan de çêdibe. Di werza payîzê ango di dema çinîna tirî de dest pê dike. Tirî di nava paçekî taybet de tê guvaştin û di nava qabeke taybet de çil rojan tê hiştin. Piştî vî karî, ew tirî dibe şerab.
Şerab, du cûre rengê şerabê hene, yek spî û yek jî sor e. Şeraba sor bi tiriyê sor, ya spî jî bi tiriyê spî çêdibe.
Fexriye Êliyayê behsa çîroka xwe ya çêkirina şerabê kir: "Nêzîkî 55 sal in ku şerabê çêdikim. Ji dayîk û dapîra xwe fêrî vî karî bûme. Rêzekî min ê taybet heye. Di werza payîzê de dest pê dikim û tirî diçinînim. Çend rojan li ber rojê datînim. Nabe tiriyê xerab di nava wan de hebe. Paşê tiriyî di nava qumaşekî taybet diguvêşim û diparzinînim. Dixim nav qabeke taybet. Ev qab ji cureyek heriyê çêdibe."
Eliyayê bi van agahiyan berdewam kir: "Di qonaxa duyem de, heriyeke taybet heye ku tenê ez bikar tînim, Heta niha kesî din bi kar neaniye û min ji kesî re negotiye. Ev herî tahmeke taybet dide şerabê û dihêle şerab şêrîn bibe. Dixim nava qabê. Parçeyek qumaşî datînim ser devê qabê. Heta heşt rojî wiha dimîne. Ji ber ku hinek gaz di nava tiriyê guvaştî de heye. Di nava wan rojan de ew gaz jê difûre. Paşê jî heta çil rojî dihêlin da ku bibe şerab.”
"Tevahiya kereste û kelupelên çêkirinê ez bi xwe berhev dikim û bi destê xwe çêdikim. Ji bo her yek lîtir şerabê, nêzîkî pênc kîlo tirî pêwîste.”
Her weha got ku nabe ti şêweyekî kîmyewî di nav de hebe.
Li gorî gotina Fexriye Êliyayê piştî çêkirina şerabê a di werza payîzê de zivistanê tu karî nakin. Êliyayê diyar kir ku çend muşteriyên wê lene li derveyî welat û dema serdana Herêma Kurdistanê dikin. Di dema vê serdanê de diçin li Şeqlawayê şerabê ji Fexriye Êliyayê dikirin û dibine welatên xwe.
Şerab divê li wî cihê bê parastin ku havînan hênik û zivistanan jî germ be. Di cihên wisa de tahma şerabê xweş dibe. (FD)
Çavkanî: AA, basnews
Kurmancîkirin: Ferid Demirel