Belgefilma Ozkan Kuçukî ya bi navê “Li Kûçeyên Diyarbekirê” cara pêşiyê sibê wê li ser Youtube-ê were weşandin.
Ozkan Kuçukî di salên 2010-2012, 2018 û 2020an de dîmenên kolan û kuçeyên Sûrê kişandiye. Kuçukî di van demên cida de berê kameraya xwe daye van deran û bi çavê sînemgerekî li guhertinên siyasî, civakî û aborî nêriye.
Derhêner Ozkan Kuçuk “Li Kûçeyên Diyarbekirê” weke “nameyeke ji Sûrê re hatiye nivîsandin” penase kiriye.
Filmê ku 14 deqîqe û 9 saniyen berdewam dike wê sibê li ser hesabê Youtube-ê yê Altyazi Fasikul Sinemayê were weşandin. Film wê saet di 18.00ê de were nîşandan û piştî wê jî saet di 18.30 deqîqeyan de hevpeyvîneke zindî pêk were.
Li gel Ozkan Kuçukî, Savaş Boyrazî weke kameraman kar kiriye ji bo kişandina vî filmî. Mustafa Bîberî jî muzikên wê amade kirine.
Derbarê Ozkan Kuçukî de
Derhêner e. Di sala 1975an de li Dêrsimê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Yildiz Teknîkê ya Stenbolê beşa Muhendisiya Jîngehê qedandiye. Paşê jî Beşa Radyo Televizyon û Sînemayê li Zanîngeha Marmarayê qedandiye. Li Stenbolê di hemû beşên Mezopotamya Sînemayê de kar kiriye. Derbarê sînemayê de nivîsên wî hatine weşandin. Di salên 2003 û 2004an de koordînatorê Atolyeya Sînemayê ya Amedê bûye. Yek ji avakarenê Akademiya Sînemayê ya Cegerxwînî bûye. Li vir dersên sînemayê daye. Yek ji avakarên festîvala filman a Filmamed û Kisa Dalgayê ye. Gelek belgefilmên wî hene ku “Pepûk” (2003) û “Li Serxaniyên Diyarbekirê” (2005) du ji wan in. (FD)