Fotograf: Sînem Muhamed / Twitter
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden û hevjîna wî dr. Jill Bidenê li Koşka Spî resepsiyonek ji bo Newrozê daye.
Jill Bidenê di axavtina destpêkê de gotiye” Hûn bi xêr hatin Koşka Spî, bila cejna we pîroz be.”
Paşê Joe Biden axiviye û gotiye:
“Cejna Newrozê hezkirîyên xwe li dora sifra Heft Şîn dicivîne ku li ser sala derbazbûyî bifikire û hêvîya xwe ya jibo sala pêş nû bike. Îsal, Newroz di demeke dijwar de tê ku gelek malbat ji her demê pirtir hewceyî hêviyê ne ku di nava wan de jinên Îranê hene ku jibo mafên xwe yên mirovî û azadîyên bingehîn têdikoşin. Amerîka wê li kêleka wan û hemû hemwelatîyên Îranê yên ku bi bawerî û wêrekîya xwe îlhamê didin cîhanê, bisekine. Bi hevkarên xwe re, em ê erka xwe ya berpirsên Îranê ji êrîşên wan ên li dijî gelê xwe bidomînin.”
Bidenî bi berdewamî gotiye ku bi vê dema de ew pêşwazîya Newrozê dikin, wan bi geşbînî sifreya Heft Şîn li Koşka Sipî xemilandîye ku hêvîyên xwe yên jibo sala nû nîşan bidin:
“Em her derê tev li amerîkîyan dibin ku civakên dîyaspora yên cihêrengî pîroz dikin ku bi domdarî bingeha netewa me, nifş bi nifş xurt dikin. Jibo her kesê ku bê cejnê pîroz dikin û di sala nû de aramî û serfirazî dixwazin.”
Nûnera Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê (MSD) Sînem Muhemed û derhêner Bahman Gobadî jî beşdarî ahengê bûne.
(FD)
*Çavkanî - Fotograf: Dengê Amerîka