Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeke nîjadperest, li gundê Çariklikoyê yê navçeya Meramê ya Konyayê, êrîşî malbateke kurd kirine. Di encama êrîşê de kesekî bi navê Hakîm dal kuştine.
Bixwîne - Li Afyonê êrîşî karkerên kurd kirine: 7 kes birîndar bûne
Koma êrîşkar beriya niha jî êrîşî malbata Amedî kiriye ku 20 sal e li gund dijîn.
Li gorî nûçeya Berna Kîşînê ya di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin, Hamdî Dal, birayê Hakîm Dalî gotiye ku ji ber ew kurd in êrîşî wan kirine: "Ji ber em kurd in êriş li dijî me pêk hat. Ji ber ku em kurd in me naxwazin. Ji me re dibêjin, 'Hûnê van deran bifiroşin û ji vir biçin'. Gundiyên ji gundên derdorê jî zext li me dikirin. Dixwestin em ji van deran biçin. Beriya niha jî dem deman gef li me dixwarin. Li çola gund dema ku şivanan sewal diçêrandin nîqaş derket. Piştî nîqaşê ji Karahuyukê herî kêm 60 kes bi çekan hatin. Pêşî li kurê apê min dan. Em 3 kes bûn. Bi hinceta şerê şivanan, bi awayekî kêfî, ji ber ku em kurd bûn êrişî me kirin. Kekê min di êrişê de can da."
“Muxtar gundiyan sor dike”
Ji şahidên bûyerê Mehmet Emînî jî diyar kiriye ku êrişa li dijî malbatê ne êrişa yekemîn e û wiha gotiye: "Malbat bi sewalvaniyê debara xwe dike. Demeke dirêj e li vî gundî dijîn. Beriya niha jî 3 caran li dijî wan hewldanên êrişê pêk hatibûn. Muxtar gundiyan li dijî malbatê sor dike. Muxtar hat desteserkirin. Ji bilî wî kes desteser nebûye."
Di meha gulanê de jî li taxa Bahçehîr a heman navçeyê li dijî malbateke kurd êrişeke nîjadperest pêk hatibû û ji malbatê 7 kes hatibûn birîndakirin. Di êrişê de koma nîjadperest ji malbatê re gotibû, “em ê we li vir nedin jiyîn.” (RT/FD)