Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di demên dawî li dijî Kurdan êrişên nijadperest zêde bûne. Li bajarê Konyayê ji malbatek 7 kes hatine qetilkirin.
Êrişkarên biçek di saetên êvarê de bi ser mala malbata Dedeoglûyî de girtine û 7 kesên ku li malbûne qetilkirine û agir berdayê malê û revîne. Malbata Dedeogûllari li Kolana Hasankoya navçeya Merama Konyayê dijîn.
Bi îxbarkirina kesên derdorê ekîbên agirkujî û gelek polîs hatine cihê bûyerê. Piştî ku agir hatiye vemirandin terme Yaşar Dedeoglû, Barış Dedeoglû, Serpil Dedeoglû, Serap Dedeoglû, İpek Dedeoglû, Metin Dedeoglû û Sibel Dedeoglû ku bi çekan hatine kuştin, dîtine.
Malbata Dedeogûllari 24 sal in di heman kolanê de dijîn û di 12ê Tîrmehê de rastî êrişa komeke nijadperesta 60 kesî hatibûn. Koma nijadperest êriş bi gefên “Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bîjîn” pêkanîbû. Di êrişa nijadperest de 4 jê jin 7 kes brîndar bûbûn. Piştî êrişê 10 kesên ku hatibûn girtin serbest mabûn.
Abdûrrahman Karabûlût, parêzerê malbatê li ser hesabê xwe yê Twîtterê gotiye “Nemerdan miwekîlên min qetilkirine, me gelek caran şiyar kirin. Sê jê jin 7 kes qetilkirin.”
İHD: Me bûyer dişopand
Eren Keskîn, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan(İHD) li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxûyanî daye û weha gotiye:
“Malbata ku di 12ê Tîrmehê de li Merama Konyayê rastî êrişê hatibû. Kesên girtî hatibûn berdan û derbarê wan de “biryara parastinê” hatibû dayîn. Ev ewên pêştir êrişî malbatê kiribûn, malbat qetilkirin. Me ev bûyer dişopand. Em gelek xemgînin. Ciwanekî wê malbatê gotibû, `xwişkamin em gelek ditirsin.”
(KO/AY)