Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Cîhanbeyliyê ya Konyayê, bikarhênere medyaya civakî yê bi navê M. D. bi tohmeta ku “propagandaya PKKyê kiriye” vê sibê hatiye girtin.
Di encama operasyona Fermandariya Cendermeyan a Cîhanbeylî û ya Yeniceobayê de heft kes hatibûn desteserkirin. Di dema serdegirtina malan de cendermeyan dest danîbûn ser kovar û pirtûkan.
Piştî îfadeya wan a li Fermandariya Cendermeyan H.H.U, D.G, S.Y, D.E û E.T sewqî edliyeya Cîhanbeyliyê kirine. Piştî dozgerî îfadeya wan wergirtiye, hatine berdan. Lê dozgerî xwestiye ku M. D û T. G bên girtin û ew şandine ber dadgehê. Dadgehê jî biryar girtiye ku T. G bi şertê kontrola edlî serbest bimîne, lê M. D bê girtin.
Lêpirsînên medyaya civakî
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê 12ê Tebaxê aşkere kiribû ku ji ber derbarê dolarî de peyam li ser medyaya civakî dane, lêpirsînname ji bo 346 bikahrêneran hatiye amadekirin.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbol û Enqereyê jî bi heman armancê ji bo hesabên medyaya civakî, nûçeyên nivîskî, dîtbarî jî lêpirsîn dabû destpêkirin. (AS/FD)