Li Konyayê bi pileya 5.2an erd hejiya
Li navçeya Kulu ya Konyayê bi pileya 5.2an erd hejiya. Erdhej li Enqere û bajarên derdorê jî hatiye hîskirin.
Serokatiya Rêvebiriya Karesaratan û Rewşa Lezgîn(AFAD) ragihand ku erdhej di saet 15:46an de bi pileya 5.2an çêbûye. Navenda erdhejê navçeya Kuluya Konyayê ye.
Her weha AFADê diyar kir ku erdhej 18,73 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Erdhejê li Enqere û bajarên derdorê jî hatiye hîskirin.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.