Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Eregliyê ya Konyayê li kêleka çemekî ax heziyaye, çar zarok di bin axê de mane. Du zarok mirine, du jê jî birîndar bûne.
Ax li derdora Çayagziyê ya Taxa Aziziyeyê ye heziyaye ku sûriyeyiyên li wê herêmê paletiyê dikin konên xwe li wir vedane.
Ji zarokên ku di bin axê de mane Abdurrahman Ebdiyê 7 salî û Alî Berkelê 8 salî miriye. Muhammet Berkelê 12 salî û Riyad Ebdiyê 11 salî birîndar bûne. Zarokên birîndar rakirine Nexweşxanya Dewletê ya Eregliyê.
Li cihê ku ax heziyaye tedbîrên ewlehiyê hatine standin.
Di heft mehên 2019ê de 70 karkerên paneber mirine
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) rapora xwe ya meha Tîrmehê aşkere kiriye. ISIGê di rapora xwe de amarên derbarê karkerên penaber de aşkere kiriye ku di şeş salên dawiyê de mirine:
* Di sala 2013ê de 22 karkerên penaber (ji sedî 2)
* Di sala 2014ê de 53 karkerên penaber (ji sedî 3)
* Di sala 2015ê de 67 karkerên penaber (ji sedî 4)
* Di sala 2016ê de 96 karkerên penaber (ji sedî 5)
* Di sala 2017ê de 88 karkerên penaber (ji sedî 4)
* Di sala 2018ê de 110 karkerên penaber (ji sedî 6)
* Di heft mehên pêşiyê yên sala 2019ê de 70 karkerên penaber (ji sedî 7) mirine.
Di raporê de behsa welatên karkerên penaber jî hatiye kirin:
“26 karker ji Sûriyeyê, 26 ji Afganistanê, 4 ji Tirkmenistanê, 4 ji Ûkraynanê, 3 ji Ozbekistanê, 2 ji Azerbeycanê, 2 ji Îranê, 2 ji Gurcistane, çekyayiyek, îtalyanek, kolombiyayiyek û rûsek.”
Li gorî raporê karker herî zêde li Enqere, Stenbol û Kocaeliyê mirine. 16ê Kanûna Paşiyê li Altindaga Enqereyê 5 sûriyeyî, 29ê Adarê li Altindaga Enqereyê 7 afgan, 6ê Hezîranê li Çayirovaya Kocaeliyê 5 sûriyeyî û 22yê Hezîranê li Buyukçekmeceya Stenbolê 2 afganî, îraniyek û ozbekek mirine. Ji 70 karkeran, nasnameya 17yan nayê zanîn. (AO/FD)
Fotograf: AA