* Foto: Şebnem Coşkun – İstanbul / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan li Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê li şopa Cemal Kaşikçi, nivîskarê rojnameya Washington Postê geriyane. Konsolxane li Leventa Stenbolê ye.
Li gel pisporên ji Erebistana Siûdiyê wekîlekî serdozger, dozgerek û polîsên pispor jî weke rayedarên ji Tirkiyeyê beşdarî lêgerînê bûne.
Li şopa xwînê û DNAyê geriyane
Di lêgerînê de hatiye dîtin ku şewqa şîn jî hatiye bikaranîn ku ji vê re lêkolîna luminol tê gotin. (Lêkolîna luminol: bi vê maddeyê şewqa şîn çêdibe û bi vê maddeyê li şopa xwînê digerin). Li cihên ku polîsan lêkolîn kiriye, hemû ronahî hatine girtin û şewqa şîn ji pencereyan xuya kiriye.
Her weha li bexçeyê Konsolxaneyê û li jora avahiyê jê polîsan lêkolîn kirine û fotograf girtine.
Du wesayitên ku zibil kom dikin ên Şaredariya Beşiktaşê jî ketine bexçeyê Konsolxaneyê û piştî xebata lêgerînê qediya ye tevlî polîsan ji wir derketine.
Lêkolîn û lêgerîn duh bi şev saet 19.30 deqîqeyan dest pê kiriye û saet 04.30 deqîqeyên destê sibê de qediya ye.
CNN: Di dema jêpirsînê de hatiye kuştin
Televizyona CNNê nûçeyek belav kiriye ku spartiye du çavkaniyan. Lê CNNê navê van çavkaniyan aşkere nekiriye. Di vê nûçeyê de hatiye îdiakirin ku, “Wê Erebistana Siûdiyê raporekê amade bike û di vê raporê de wê qebûl bike ku Cemal Kaşikçi dema li Kolsolxaneyê jêpirsîna wî dihate kirin miriye.”
Çi bûbû?
Ji 2yê Çiriya Pêşiyê saet 13.00ê û vir ve ti agahî ji Cemal Kaşikçiyî nayê wergirtin ku di wê demê de çûye Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê.
28ê Îlonê ji Kaşikçiyî re hatiye gotin ku “kaxizên te ne amade ne” û jê xwestine ku 2yê Çiriya Pêşiyê dîsa here Konsolxaneyê.
Dîmenên ku dema Kaşikçi dikeve Konsolxaneyê duh di rojnameya Washington Postê de hatibû belavkirin.
Ji bilî Reutersê û rojnamegerên ji Tirkiyeyê, Tûran Kişlakçi Serokê Komeleya Medyaya Tirkan û Ereban jî îdia kirine ku Kaşikçi hatiye kuştin û cesedê wî ji avahiya Konsolxaneyê hatiye derêxistin.
Di vê navberê de ji bo lêpirsîna edlî li Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê bişopîne, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, erk daye wekîlekekî serdozgeriyê û dozgerekî komarî. (AS/FD)