Fotograf: Komeleya Nûbihar (Arşîv)
Li Komeleya Nûbiharê serdema kursên payîzê wê destpê bike. Li Komeleyê wê bi rengekî online ders, him ji bo mezinan û him jî ji bo zarokan bên dayîn.
Komeleyê heta niha kursên kurmancî, soranî û zazakî pêk dianî. Cara destpêkê ye ku wê li gel van her sê zaravayan kursa kelhûrî jî li dar bikeve. Her weha, dîsa wê cara destpêkê bi tenê ji bo jinan kurseke kurmancî pêk bê û dersdar bi xwe jî wê jin be.
Kûrsên navborî wê di 11ê Hezîranê de destpê bike û heta 31ê Tebaxê bidome.
Komeleya Nûbiharê beriya niha jî gelek caran kûrsên ziman pêk aniye. Herî dawî di sala 2021ê de kursên serdema payîzê li dar xistibû.
Yên ku bixwazin beşdarî kursên kurdî bibînin dikarin heta 10ê Hezîranê navên xwe tomar bikin.
Ji bo zanyariyên zêdetir û serlêdanê, bitikîne
(FD)