Li Komeleya Nûbiharê heyama payîzê ya kûrsên kurdî wê destpê bike.
Kûrs li gorî daxwazên xwendekaran, di asta 1, 2 û 3yan de û bi kurmancî, soranî û zazakî wê pêk bên. Kûrs êvaran û dawiya hefteyê jî bi roj wê bên dayîn. Kesên ku bixwazin qeyda xwe li kûrsan bikin, divê heta 21ê Çiriya Pêşiyê ya .2022an serî li komeleyê bidin. Kûrs dê li ser Zoomê bên dayîn.
Di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2022an de wê dest bi dersan bikin. Di vê heyamê de, ji bo zarokên ku herî kêm di pola 4an de dixwînin, kûrsa Kurmancî jî heye û kûrsa bi zaravayê Kurmancî ji aliyê mamosteyên jin ve, ji bo jinan bi bijartî wê bê dayîn.
Kûrs dê di 22ê Kanûna Pêşîyê ya 2022 de biqede û wê bi qasî du mehan berdewam bike. Di dawiya heyamê de ji kesên ku heq dikin wê Bawername (Sertîfîka) bê dayîn.
Di vê heyamê de berevajî kûrsên berê, du dersên axaftinê bi zaravayên kurmancî û zazakî wê vekirin. Serlêdan ji bo kûrsên rû bi rû li şaxên komeleyê tên kirin.
Komeleya Perwerde û Çandê ya Nûbiharê ku ji damezrandina xwe û vir ve nêzî 13 sal in li ser mijarên ziman û çanda kurdî karan dike û navenda wê li Amedê ye.
Ji bo serlêdanê û zanyariyên zêdetir, bitikîne
(FD)