Li gor rapora Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li Komara Kongoya Demokratîk nexweşiya sorikê belav bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, UNICEFê diyar kiriye ku di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 17ê Çiriya Pêşiyê de nêzî 250 hezar û 270 kes bi sorikê ketine û 5 hezar û 110ê wan jî ji ber sorikê mirine.
Li gor daxuyaniyê sorik herî zêde li nav zarokên ku emrê wan ji 5 salan biçûktir e tê dîtin û ji sedî 90ê wan dimirin. Li gor daneyan jimara mirinan li gor par 3 qat zêde bûye.
2 hezar ser ji ber ebolayê mirine
Li Kongoyê ji ber şewba ebolayê ji meha tebaxê ya sala 2018an vir va 2 hezar û 200 kes mirine. Li gor raporê jimara miriyên ku ji ber sorikê mirine ev hejmar derbas kiriye.
Li Benînê ji ber bûyerên tundkarî û êrîşên komên çekdar 99 sivîl hatine kuştin.
Ji ber bûyer û êrîşên çekdaran 49 xebatkarên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ji Kongoyê vegeriyane welatên xwe. (FD)