Li paytextê Kolombiyayê Bogotayê di çarçoveya protestoyên greva giştî ku ev demek e dewam dikin da meş hatiye lidarxistin.
Bertekên ji ber cîbicînekirina tam a peymana aştiyê ya ligel Hêzên Şoreşger û Çekdar ên Kolombiyayê yên berê (FARC) û yên dijî planên hikûmetê yên di warê ucret û malnîşîniyê da dewam dikin.
Di çarçoveya greva giştî ya ku li welêt dewam dike da li Bogotayê neraziyên ku piraniya wan xwendekar in meş li dar xistin.
Xwepêşandêrên ku ji ciyên cuda yên bajêr dest bi meşê kirin, di bin tedbîrên ewlekariyê yên polêsan da heya Qada Bolîvar meşiyan.
Komek senatorên ku di navê da endamên partiya siyasî ya FARCê Hêza Şoreşger a Civakê ya Alternatîf (FARC) jî hebûn, ji Meclisa Kolombiyayê derketin û piştgirî dan xwepêşandarên ku dijî hikûmetê durişm berz kirin.
Di vê navberê da hin kesên bi maske kevirên zemînê meydanê ji şûnê derxistin ku biavêjin polêsan.
Li Kolombiyayê xwepêşandanan bi greva giştî ku 21ê mijdarê hatibû ragihandin, dest pê kiribûn. Di bûyerên derketin da 5 kes hatibûn kuştin, di navê da polês jî bi qasî hezar mirovî jî birîndar bûbûn.
(MB)
*Onder Beyter/AA