Li Kocaeliyê dronek ket xwarê
Têkildarî balafira bêmirov a ku hin beşên wê şikestine, lêpirsîn hate destpêkirin.
Li bejahiya Kocaeliyê balafireke bêmirov (IHA) ket xwarê.
Li gorî nûçeya Rojnameya Çağdaş Kocaeliyê, welatî li bejahiya taxa Çubuklubalaya navçeyê İHAyê dibîne ku ketiye xwarê û piştre rayedaran ji rewşê agahdar dikin.
Piştî agahdarkirinê tîmên cendirmeyan diçin herêma bûyerê.
Têkildarî balafira bêmirov a ku hin beşên wê şikestine, lêpirsîn hate destpêkirin.
Di 15ê Kanûnê Pêşîn de, ji qada hewayî ya Deryaya Reş İHAyek ketibû Tirkiyeyê. Piştre İHA ji aliyê F-16a Hêzên Çekdar ên Tirki (TSK) ve hate xistin.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.