Fotograf: Ersan Kinik / İleri Haber
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li İstanbul Edebiyat Evi (Wêjegeh Stenbolê) pêşangeheke fotograf û vîdeoyan a rojnamegeran vebe. Di pêşangehê de fotograf û vîdeoyên rojnamegeran wê bên nişandan ku di dema karê rojnamegeriyê de hatine girtin. Ev ew fotograf û video ne ku di dema êrîşên li ser rojnamegeran de ji hêla rojnamegeran ve hatine kişandin.
Pêşangeh wê 22yê Tîrmehê roja Înê saet di 18.00ê de vebe. Serokê Komeleya Rojnamegeriya Serbixwe Punto24ê Mûstafa Unal, rojnameger Cansû Pîşkîn û Pelîn Sîdar Genç kuratorên pêşangehê ne.
Pêşangeh wê di navbera 23yê Tîrmehê û 3yê Îlonê de, ji bilî rojên yekşemê, rojên din, di navbera saetên 11.00 û 19.00ê de vekirîbe.
Tu dikarî cihê Kiraathaneyê li ser vê nexşeyê bibînî.
Ji bo beşdarbûna bernameya vekirinê ya pêşangehê, bitikîne
(HA/FD)