Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Kîlîsê zarokê ku li înşaatê kar dikir, ketiye xwarê û bi giranî birîndar bûye. V.A.yê 14 salî yê li Taxa Yavûz Sûltan Selîmî, di înşaatekê de kar dikir, ji şaneşîna tebeqa yekê ketiye xwarê.
Polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê û piştî midaxeleya destpêkê, ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Kîlîsê. Li gorî zanyariyan birîna zarokî xedar e.
Her ji 100 zarokî 16 zarok kar dikin
Hewldana Reforma Perwerdeyê (ERG) di rêzenivîsa bi navê “Etraflıca”yê (Biberfirehî) de vê hefteyê li ser “karkeriya zarokan” nivîsandiye. Li gorî daneyên vê nivîsê:
“Li Cîhanê 160 milyon ango her ji deh zarokan yek, kar dike. Li Tirkiyeyê jî 720 hezar zarok kar dikin. Ji sedî 16,4ê zarokên ku temenê wan di navbear 15 û 17ê de ye kar dikin, yanî ji sedî 16 zarokan an kar dikin an jî li kar digerin. Ji sedî 34,3yê zarokan naçin dibistanan.”
Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) di neh salên dawiyê de 57 zarok dema li înşaatan kar dikirin, mirine. (AÖ/FD)