Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Partiya Herêman Demokratîk (DBP) di hilbijartinên 2014an de li 10 bajêr û 96 navçe û qezayan serkeftî bû û şaredariyan bi dest xistibû.
Ji 11ê Îlonê vir ve li 34 şaredariyên DBPî qayûm hatine tayînkirin.
Niha (18ê Cotmehê) ji 28 şaredariyan 38 hevşaredar hatine girtin û di zindanan de ne. 4 ji wan kesan cîgirên hevşaredaran in.
Ji Tebaxa 2015an vir ve ji 14 şaredariyan 16 hevşaredar hatine girtin û piştre serbest hatin berdan. Ji 19 şaredariyên din 24 hevşaredar piştî binçavkirinê serbest hatin berdan.
Hevşaredarên girtî
Hevşaredar û cîgirên hevşaredarên girtî yên DBPê wiha ne:
*Hevşaredara Giyadînê Xezal Aras (Agirî)
*Hevşaredarên Pirsûsê Ahmet Demir û Servîn Karakoç(Bedlîs)
*Hevşaredarên Dêrsimê Mehmet Alî Bul û Nûrhayat Altûn
*Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak
*Hevşaredarên Depê Burhan Kocaman û Cennet Ayik (Xarpêt)
*Hevşaredara Tekmanê Tulay Karaca (Erzirom)
*Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatipoglu û Nûrûllah Çiftçi
*Cîgirê Hevşaredarê Colemêrgê Nazmî Cuşkon
*Cîgirê Hevşaredarê Geverê Husnû Beşer
*Hevşaredarê Hoşdereyê AlÎ Çam
*Cîgirê Hevşaredarê Hoşdereyê Kasim Aggun (Îdir)
*Hevşaredara Kerboranê Zeynep Çipçik (Mêrdîn)
*Hevşaredarên Dêrika Çiyayê Maziyê Abdulkerîm Erdem û Sebahat Çetinkaya (Mêrdîn)
*Hevşaredarên Gopê Rahmî Çelîk û Figen Yaşar (Mûş)
*Hevşaredara Gimgimê Sabite Ekinci(Mûş)
*Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan
*Hevşaredarê Bêşebapê Seyran Argan (Şirnex)
*Hevşaredarê Cizîrê Kadir Konur (Şirnex)
*Hevşaredarên Hezexê Nevin Oyman Girasun û Mehmet Muhdî Aslan (Şirnex)
*Cîgirê Hevşaredarê Silopyayê Ahmet Tolog (Şirnex)
*Hevşaredara Ebexê Suna Atabay (Wan)
*Hevşaredarên Erdîşê Dîba Keskin û Abdurrahman Çagan (Wan)
*Hevşaredarên Qelqeliyê Handan Bagci û Şerafettin Ozalp (Wan)
*Hevşaredarê Sarayê Zîlan Aldatmaz (Wan)
Şaredariyên ku lê qayûm hatine tayînkirin
Wezareta Karên Navxweyî di 11ê Îlonê de li şaredarayekê MHPê, 3 yên AKPê û 34 jî yên DBPê qayûm tayîn kirin.
*Şaredariya Pozanti Edene – MHP
*Şaredariyên Aşkale Erzurum, Çamoluk Giresun, Konya Ilgin - AKP
*Şaredariyên Êlih, Colemêrg, Giyadîn, Gercews, Qûbîn, Farqîn, Sûr, Xinûs, Tozan, Kerboran, Dêrika Çiyayê Mazî, Şemrex, Nisêb în, Gop, Dihê, Pirsûs, Cizîr, Silopya, Artemêt, Erdîş, Ipekyolu, Qelqelî, Hoşhaber, Ikîkopru - DBP
Şaredariyên DBPê yên piştî 11ê Îlonê qayûm lê hatine tayînkirin jî wiha ne:
21ê Îlonê: Hezex
*5ê Cotmehê: Hênê
*1ê Mijdarê: Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
*3ê Cotmehê: Pirxûs
*5ê Cotmehê: Şirnex
*11ê Cotmehê: Gimgim
*17ê Cotmehê: Mêrdîn, Wan, Sêrt, Dêrsim.
Di hilbijartinên 2014an de DBPê li 106 bajêr, navçe û qezayan serkeftî bûbû û şaredariyan wir bi dest xistibû
Ji 11ê Îlona 2016an vir ve %32ê şaredariyên DBPê de qayûm hatin tayînkirin
38 Hevşaredarên DBPî niha di zindanan de ne
Derbarê 4 hevşaredaran de biryara girtinê hatiye dayîn
16 hevşaredarên DBPî piştî hatin girtin û demek di zindanên de man, serbest hatin berdan
24 hevşaredarên DBPî piştî binçavkirinê, serbest hatin berdan
Ji wan hevşaredarên girtî %57 jê jin, %43 jî mêr in
*Ev grafîk di 18ê Mijdarê de hatiye çêkirin
(ÇT/YO)