Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber ku heqê beşdarbûnê yê salane nedane, mafên dengdayînê yên 8 welatan li Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî(KGNY) hatine rawestandin. Heta ku ew welatana deynên xwe yên salan enedin wê mafên wan yên dengdayînê rawestandî bimîne. Îran yek ji wan dewletan e ku heqê xwe yê dengdayînê wenda kiriye û ji bo ku dîsa tev li dengdayînê bibe divê herî kêm 16 milyon û 100 hezar, Venezeula jî divê herî kêm 34 mîlyon û 800 hezar pere bidin.
Sekreterê Giştî ya NYê Antonio Guterres diyar kiriye ku Îran, Venezuela, Sudan, Antigua û Barbuda, Komara Demokratîk a Kongoyê, Gînê, Vanuatu û Gîneya Nû ya Papua di demê xwe de deynê beşdarbûnê yê salî nedane û mafên wan yên dengdayînê hatine cemidandin.
Li gor Peymana NYê heger dewletekê deynê xwe du salê nede, endambûna wê tê cemidandin. Lê dibe ku Lijneya Giştî car caran biryarên cuda jî bigire. Îsal jî Kamerûn, Somalî, Sao Tome û Giravên Principe-ê jî dibe ku bikeve nava lîsteya cemidandina endamtiyê.
Tê zanîn ku budçeya NYê di 2021ê de 2 Milyar û 600 milyon Euro bû. Her wiha çavkaniyên din ên NYê hene. Weke mînak, ji bo wezîfeyên aşîtiyê xwediyê nêzîkî 5 Milyar û 700 milyon Euro ye.
(AEK/OP/AY)
*Ozan Polatî ev nûçe ji tirkî wergerandiye