Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Artêşê Pakistanê ragihandiye ku wê du balafirên şerî yên Hindistanê xistine.
Hindistanê piştrast kiriye ku balafirên wan hatine xistin û diyar kiriye, wan jî balafireka Pakistanê xistiye.
Pakîstanê piştrast nekiriye ku balafira wan hatiye xistin.
Berdevkê Artêşa Pakistanê General Asif Gafur gotiye ku balafirên balafirên şerî hatine saheya wan a asîmanî û wan jî lê daye.
Asif Gafur li ser hesabê xwe yê Twitterê re gotiye:
"Hêzên Hindî ji sînorê asîmanî yê Kaşmîrê borîne. Hêzên Artêşa Pakistanê balafirên Hindistanê li nav sînorên xwe yên asîmanî xistine. Yek ji balafirên ketîn li herêma Azad-Keşmîr yek jî li herêma Cammu Keşmîrê ketiye. Pakistanê pîlotê(balafirajo) balafirê girtiye."
Artêşa Pakistanê daxuyanîyek weşandiye û di daxuyaniya xwe de gotiye:"Em dikarin her tiştî bikin. Lê belê em naxwazin tansiyona di navbera me û Hindistanê de bilind bibe. Em naxwazin ber bi şerî ve biçin."
Hindistanê bi daxuyaniyekê piştrast kir ku balafirên wan ketine lê behda wê yekê nekiriye ku Pakistanê ew xistiye.
Berpirsekê Emniyeta Seinagarê ji Ajansa Nûçeyan a Reutersê re gotiye ku ji bilî pîlotan du sivîl jî di bûyeran de mirine.
Çekên atomî yên Hindistanê li Pakistanê hene.
(EKN/MB)