Li Iraqê piştî 10 salan hilbijartinên herêmî pêk hatin. Li gorî medyaya dewletê ya Iraqê ji 16,1 milyon hilbijêran ji sedî 41ên wan deng dan. Serjimara Iraqê 43 milyon û nîv e.
Tevgera şiiyan a dijberê îranê, piştî banga serokê xwe Muqteda Es-Sadrî, hilbijartin boykot kir. Çavlirê ye ku hêzên şiî yên nêzîkî Îranê, di hilbijartinê de desthilata xwe xurt bikin.
Hilbijartin ji bilî bajarên di nava sînorên Herêma Kurdistanê de pêk hat. Pêvajoya dengdanê duh saet di navbera 07:00an de dest pê kir û heta 18:00an domand.
Li gorî daneyên dawî yên Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, rêjeya beşdariya herî zêde, li parêzgeha Kerkûkê ye ku bi rêjeya %64 bû. Herwiha 300 kes ji ber binpêkirina pêvajoya hilbijartinê hatine binçavkirin û Yekîtiya Niştimanê Kurdistan (YNK) jî ji ber nexwendina pencemoran li hinek navendên dengdanê gilî kiriye.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, rêjeya beşdariyê ya bajarên din wiha ye: Wasit 38.5%, Besra 32%, Necef 32%, Diyala 40%, Kerbela 38.5%, Bexda Resafa 19%, Musenna 45%, Qadisiye 38%, Babil 38%, Nînova 52%, Mîsan 27%, Kerkûk 64%, Selahedîn 59%, Zîqar 29%, Kerx 29% û Bexda 53%.
Encamên ne fermî diyar bûn
Li gorî agahiyên ku Rûdawê belav kirine, li Kerkûkê ya piştî sala 2005an cara ewil e hilbijartin lê pêk tê, YNKyê 44 hezar û 256 deng bidest xistiye. Hejmara dengên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 13 hezar û 912 deng û Newey Niwê 7 hezar û 638 deng bidest xistiye.
Bajarên din û encamên wan wiha ne:
Diyale
YNK: 23 hezar û 906 deng
PDK: 5 hezar û 450 deng
Siyade: 700 deng
Teqedûm: 500 deng
Selahedîn
YNK: 13 hezar û 713
PDK: Hezar û 521 deng
Şiyûî: 870 deng
Mûsil
PDK: 53 hezar û 549 deng
YNK: 6 hezar û 53 deng
285 kursî hene
Di hilbijartinên doh de nêzîkî 6 hezar berbijêr ji bo 285 kursiyan ketin nava pêşbirkê.
Li hezar 166 navendên dengdanê 35 hezar û 553 sindoq hatin dayîn.
Bi rêya van hilbijartinan parêzgar tên hilbijartin, rêveberiyên parezgehan tên kontrolkirin û budceya ku ji bo projeyan tê veqetandin tê pesendkirin.
75 kursî kotaya jinan in, herwiha 10 kursî jî ji bo pêkhateyên Xiristiyan, Kurdên Şebek, Kurdên Êzidî, Kurdên Feylî û Saîbeya Mendaîyan hatine veqetandin.
Bi taybetî piştî hatine encamên destpêkê yên Kerkûkê Kurd daketin kolanan û Kerkûk bû cihê şahiyê.
“Dengdana taybet”
Hêzên ewlehiyê yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê û penaberên li kampan dijîn, di 16ê Kanûna Pêşiyê de ji bo hilbijartina meclîsên bajaran dengên xwe dabûn. Di vê rojê de bi qasî milyon û 2 hezar û 393 endamên hêzên ewlehiyê û 48 hezar û 260 penaberên li Hewlêr, Silemanî û Dihokê dijîn, deng dabûn. (FD)