Fotograf: Kirkuknow
Li Kerkûkê di encama lêgerînan de goreke bikom hatiyet dîtin. Li gorî zanyariyan kesên DAIŞê ew kuştine, xistine vê gorê.
Lîwa Yehya Resûl, Berdekvê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê di daxuyaniyekê de ragihandiye, hêzên Polîsê Federalî di dema lidarxistina operasyoneke lêgerîn û pişkinîna gund û navçeyên parêzgeha Kerkûkê de, li gundekî goreke bikom dîtine.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê diyar kiriye, ku tê texmînkirin zêdetir ji 50 term di wê gora bikom de hebin.
Bi gotina Yehya Resûlî, termên di wê gorê de yên wan kesan in ku ji aliyê rêxistina DAIŞê ve, dema ku navçe di kontrola wan de bûye, hatine kuştin.
Li gor nûçeya malpera kirkuknowê, gor li Gundê Dawud Alûka yê navçeay Riyadê hatiye dîtin û tê de cesedên 40-50 kesan heye.
Gelek gorên bikom hatibûn dîtin
Sergeneral Mûhammed Cewad Saîd, Fermandarê Beşa Mekanîze ya Polîsê Federal diyar kiriye ku di gorê de hestiyên mirovan û cil û berg hatine dîtin.
Polîsê Federalî yê Iraqê jî ragihandiye, ew gora bikom bi hevahengiya li gel çavkaniyên istixbaratî hatiye dîtin. Polîsê Federalî herwiha dibêje, aliyên peywendîdar ên weke Saziya Şehîdan, Pizîşkiya Dadê û polîsê xwexihî, bi mebesta derxistina terman ji wê gora bikom, hatine agahdarkirin.
DAIŞê di navbera 2014 û 2017an de beşeke mezin a Iraqê dagir kiribû. Bi piştgiriya hêzên Hevpeymanê, hêzên leşkerî yên Iraqê, Pêşmerge û hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê li vir gelek deveran operasyon pêkanîbûn û herêmên di bin destên DAIŞê de rizgar kiribûn.
Berê jî hin gorên komî hatibûn derxistin. Di hin goran de cesedên Pêşmergeyan hatibûn dîtin.
Li gorî daneyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji dema şerê DAIŞê û vir ve aqûbeta 60 Pêşmergeyan nayê zanîn. (FD)