Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Kerkuk li hemberî wê biryara Hikûmeta Navendî ya Iraqê derket ku digot li saziyên dewletê divê tenê ala Iraqê bê hildan. Herwiha di Meclîsa Bajêr de ji bo ku Kerkuk bi ser Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê ve bê girêdan xebata siyasî hat destpêkirin û vê krîzeke nû bixwe re anî.
Piştî Meclîsa Bajêr aşkere kir ku ew biryara Hikûmeta Navendî bicî naynin, Waliyê Kerkukê jî bi heman awayî daxuyaniyek belav kir.
Duh Meclîsa Bajêr a Kerkukê ji bo beşdarî nav Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê bibe, dest bi komkirina îmzeyan kir. Endamê Meclîsa Bajêr ê Kerkukê Ibrahim Xelîl duh diyar kiribû ku ji bo bajêr beşrdarî nav Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê bibe ew ê dengdanê bidin destpêkirin û ji 41 endamên Meclîsa Bajêr a Kerkukê heta niha 22 kesan îmze dane.
Di bin serokatiya Barzanî de civîn çêbû
Her du partiyên sereke yên Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanên Kurdistanê (YNK) ji bo ku mijara referandûmê û serxwebûnê nîqaş bikin di bin serokatiya Barzanî de lihev kom bûn.
Li gorî nûçeya malpera nûçeyan Rûdawê civîna di navbera her du aliyan de 3 saetan berdewam kir. Piştî civînê daxuyaniyek hevbeş hat dayin û hat gotin ku li ser Kerkuk, referandûm, serxwebûn û rewşa navxweyî gotûbêj hatine kirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, mafê gelê Kurdistanê ye ku referandûm, serxwebûn û di mijara şêweyê birêveberina xwe de bixwe biryarê bide.
Bahçeli li Sakaryayê axivî
Di vê navberê de pêşketinên li Kerkukê li Tirkiyê jî bû mijara nîqaşê. Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli li Sakaryayê di mitînga derbarê referamdûmê de li ser pêşketinên Kerkukê axivî:
“Ji bo ku nasnameya Tirk a Kerkukê jê bibin, ji bo ku Tirkî tune bikin rikberiyek bêedeb tê lîstin. Ez ji Sakaryayê bang dikim, ez muxatabên mijarê hişyar dikim, ez li bende me ku herkes hişê xwe bide serê xwe. Kerkuk bajarekî tirk ê bi birq e. Ev rastî bi destûra xwedê wê neyê guhertin.”
Daxuyaniya Waliyê Kerkukê
Serokê Meclîsa Bajêr ê Kerkukê Rebwar Talabanî di civîna çapemeniyê de diyar kiribû ku ew ala Kurdistanê danaxin.
Waliyê Kerkukê Necmeddîn Kerîm jî duh di daxuyaniya xwe de piştgiriya Serokê Meclîsa Bajêr kiribû:
“Biryara di Meclîsa Iraqê de hatiye standin ne qanûnî ye. Biryareke wisa ye ku bilez hatiye standin. Em weke hikûmeta herêmî ya Kerkukê berpirsiyariya me ya pêkanîna vê biryarê jî nîne.”
Li gorî Kerîm dahatûya siyasî ya Kerkukê wê ne bilindkirin an jî daxistina alê diyar bike:
“Bilindkirina alê nayê wê wateyê ku wê bajar bi ser Kurdistanê ve bê girêdan.”
Endamên Tirkmen û Ereb boykot kiribûn
Civîna Meclîsa Bajêr a Kerkukê bi beşdariya 26 endamên Kurd pêk hatibû, lê endamên Tirkmen û Ereb civîn boykot kiribûn. Civîn sêşema derbasbûyî çêbibû û di dengdayina vê civînê de biryar hatibû girtin ku li bajêr li avahiyên dewletê, ligel ala Iraqê ala Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê jî bê daliqandin.
(HK/FD)