Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gundekî Kercewsa Êlihê, çawîşên pispor, polîs û cerdevan jî di nav de 27 mêran istismara zayendî li zarokeke keç kirine. Piştî ku diyar bûye istismar pêk hatiye, li heman gundî mêrê bi navê M.A. hatiye girtin.
Derketiye holê ku dîsa li heman gundî 2 jin jî karkeriya seksê ya mecbûrî bi wan hatiye kirin.
Li gorî nûçeya JinNewsê çawîşên pispor, polîs û cerdevan jî di nava wan mêran de hene. Serdozgeriya Komarî daxuyaniyeke nivîskî daye û gotiye ku heta niha ti karmendên dewletê yên gumanbar diyar nebûne.
Her weha biryara nepeniyê û ya qedexeya weşanê daye.
Mêrek hatiye girtin
Li gorî nûçeya JinNewsê li gundekî Kercewsê zarokeke 15 salî çûye doktorê û gotiye ku zikê wê diêşe. Piştî kontrolê, derketiye holê ku ducanî ye û tecawiz lê bûye.
Zarokê gilî kiriye û M.A. û V.A. bi tohmeta istismara zayendî kirine hatine desteserkirin. M.A. hatiye girtin.
JinNewsê ragihandiye ku serdozgeriyê lêpirsînname fireh kiriye, çawîşê pispor, cerdevan û polîs jî di nav de behsa navê 27 mêran tê kirin lê bi tenê navê 11 mêran lê hatiye nivîsandin.
Piştî bûyer hatiye bihîstin li ser medyaya civakî bikarhêneran bi hashtaga “#GercüşteNeOluyor” (Li Kercewsê çi diqewime) bertek nişan dane. (TP/FD)