Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Li gundê Gelîkurê navçeya Kerborana Mêrdînê, gundiyan dest bi çinîna behîvan kirişe. Behîvên ku di dawiya meha Adarê de çêdibin, di demsala payizê de tên çinîn. Behîvên têm komkirin li ber tavê tên hişkkirin. Pişt re behîvê hişkirî di tûrikan de tên hilanîn û ji bo zivistanê ten hiştin.
“Çinîna wan pir zehmet e”
Sultan Acara behîvan kom dike got ku bi hatina demsala zivistanê re li herêmê berhevkirina behîvan dest pê kir: "Di salên 90î de em ji gundê xwe derketin. Gundê me bi behîvên xwe bi nav û deng e. Her sal payizê em malbat û gundî kom dibin û tên behîvan kom dikin. Komkirina behîvan pir zehmet e. Berhevkirina behîvên darekê tenê bi saetan wextê me dixwe. Ji ber wê jî em serê sibehan zû tên û heta êvarî dixebitin. Behîvên ku em kom dikin, em nafiroşîn. Di demsala zivistanê de em li ber çayê dixwin."
“Behîv îsal baş gihiştibûn"
Abdullah Acarî jî bal kişand ser çêbûna behîvan û got: "Di salên 90î de dewletê bi dara zorê got yan hûn ê bibin cerdevan an jî em ê gundê we xera bikin. Me qebûl nekir. Me got, bila gund xera bibe, lê em nabin cerdevan. Ji wî wextî heta niha gundê me xerabe ye. Berê li gundê me birinc, savar, nîsk hwd. çêdibûn. Lê piştî gund hat valakirin kes nema û bi ser navê hilberînê tiştek nema. Li gundê me ji berê de gelek tişt şîn dihatin. Lê niha ne wisa ye. Di meha Sibatê de behîv kulîlkên xwe vedike. Di destpêka Nîsan û Gulanê de behîvtirk çêdibin. Piştî Gulanê hişk dibin û dibin behîv. Di dawiya meha Tebaxê de jî em tên behîvan kom dikin.
“Jixwe ne darek wisa ye ku pir avê bixwaze. Bêgûman av hebe baştir dibe. Îsal darên behîvê baş gihiştibûn. Îsal berên gelek daran jî tehl bûn. Lê ji ber ku îsal baran gelek barî behîv bi bereket bûn.” (FD)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya