Fotograf: MA
Li Kemal Bulbul,Parlamenterê HDPê ji ber ku di komisyona baweriyê ya Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) de cîh girtiye, bi hinceta “endambûna rêxistina çekdarî” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn.
Danişîna doza Parlamenterê HDPê yê Antalya Kemal Bulbul li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bêyî amadebûna wî û bi beşdarbûna parêzerên wî birêve çûye.
Di danişînê de dozgerê Komarî xwestiye ku Kemal Bulbul were girtin, lê parêzerên Bulbulî ji dadgehê daxwaza azadkirina muwekîlê xwe kirine.
Şanda dadgehê biryar daye ku 6 sal û 3 mehan cezayê zindanîkirinê bi hinceta “endambûna rêxistina çekdarî” bi ser parlementerê HDPê yê Antalyayê Kemal Bulbul de bê sepandin.
Herwiha şanda dadgehê biryar daye ku ew ê nimûneya wê biryarê ji bo Rêveberiya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê û Rêveberiya Karûbarên Cezayan li Wezareta Dadê bişînin.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê