Li Çinara navçeya Diyarbekirê di xebata kolandina Keleha Zerzewanê da mohreke 3 hezar salî ya ji serdema Asûriyan maye hatiye dîtin.
Li Keleha Zerzewanê ya li taxa Demîrolçeka ku 13 kilomêtro dûrî navçeyê ye û di serdema Romayê da wekî "qada leşkerî" hatiye xebitandin bi serokatiya Wezareta Çand û Tûrîzmê 5 sal in xebatên arkeolojiyê dewam dikin.
Xebat bi hevkariya Walîtiya Diyarbekirê, Qaymeqamtiya Çinarê, Zanîngeha Dîcleyê, Şaredariya Mezin a Diyarbekirê, Yekîtiya Acentayên Seyahatê ya Tirkiyeyê va tê meşandin.
Bermahiyên kelehê li ser 60 donim erdî ava bûye, bilindahiya wê 12-15 mêtro ye û kavilên sûra wê jî hezar û 200 mêtro dirêj e. Qûleyên çavdêrî û parastinê yên kelehê 21 mêtro bilind in. Keleh di nav xwe da dêr, avahiya rêveberiyê, xanî, embarên zad û çekan, perestgeha binerd, stargeh, mexzel, qanalên avê û 54 sarincan dihewîne û dîrokê ronî dike.
Di xebatên îsal da nêzîkî herêma perestgeha dînê Mîthrasê ya hezar û 700 salî a ji heyama Romayê maye di 4 mêtro binê erdê da mohreke 3 hezar salî ya ji serdema Asuriyan maye hatiye dîtin.
Serokê Heyeta Kolandinê ya Keleha Zerzewanê Doç. Dr. Aytaç Coşkun ji nûçegihanên AAyê ra daxuyand ev xebatên tê kirin ji bo ronîkirina dîrokê pir girîng in.
Coşkunî gotiye keleh ji hêla turîzmê va gelekî balê dikşîne par 352 hezar kes hatine ziyareta kelehê, îsal jî di nav 9 mehan da ev hejmar gihîştiye 340 hezarî û ew wisa texmîn dikin heta dawiya salê 500 hezar turîst wê kelehê ziyaret bikin.
Coşkunî gotiye keleh hezar û 800 salan wekî qadeke leşkerî hatiye zanîn lê piştî van xebatan gele bermayiyên nû hatine dîtin û wiha dewam kir: "Ji van ya herî girîng mohreke Asûriyan a 3 hezar salî ye. Keleh ji dema Romayê ye lê bermayiyên nû nîşan da ku dîroka Keleha Zerzewanê hezar û 200 sal paş vê ye. Him dîroka herêmê û him jî ya Diyarbekirê guherand."
"Meneya vê mohrê meneyeke pîroz e"
Çoşkunî gotiye ku ji tu cureyên vê fîgurê ji bilî vê mohrê tune ye û wiha axivî: "Li ser mohrê şiklekî kîlê heye. Mohr ji klorîtê hatiye çêkirin. Li ser fîgureke Yezdanê jî heye. Li hemberî Yezdanê dareke jiyanê cî digire. Li pişt Yezdan jî cûkek heye. Fîgura Yezdan dara jiyanê av dide. Li ciyên bilind jî tav derdikeve. Meneyeke pîroz ya vê mohrê ye. Meneya vê mohrê meneyeke pîroz e."
Çoşkun got ku kesê ev mohr bikaraniye kesekî 'taybet' e û wiha dewam kir: "Dibe di dema Asûriyan da jî li vir kelhek û bajêrek hebe. Dibe generalek yan jî rêvebirek ev mohr bikaranîbe. Ligel mohrê gelek berhemên zîv derketin holê. Ev berhem nîşan dide ku medeniyeta Asûriyan li vê kelhê mane."
Keleha Zerzewanê
Keleha Zerzewanê li ser zinarekî qasî 124 mêtro bilind hatiye avakirin. Keleh di navbera Amîda û Darayê da li herêmeke stratejîk da cî digire.
Keleha Zerzewanê di cihekî stratejîk da ye û ji ber vê him ji hêla leşkerî ve û him jî ji hêla sîvîlan va ev der hatiye bikaranîn. Ji bo kelha Zerzewanê di navbera Roma û Sasaniyan da şerên mezin çêbûne.
Li gor lêkolînan di dema Romayê da navê keelhê "Samachî" bû. Der barê dîroka avakirina kelhê da xebatên kolanê hê dewam dike. Piştî kolanê bi xêra agahiyên nû wê dîroka avakirinê kelehê eşkere be.
Sûrên li herêmê di dema Anastasios I (MS 491-518) û Justinianos I (MS 527-565) da hatine çêkirin.
(MB)
*Çavkanî: Türkan Tosun,Fatih Gazioğlu | AA