Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şevê din di saet 02.00an de li navçeya Keçîoren a Enqereyê kesek ango kesên nasnameya wan nediyar êrîşî avahiya navçeyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirine.
Di dema êrîşê de paceyên avahiya rêxistina navçeyê şikandine. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê êrîşkar derbasî nava avahiya navçeyê bûye û pankarta ku wêneyê Aysel Tûglûkê li sere û alên HDPê girtiye.
Piştî lêkolînkirina dîmenan rayedarên HDPê gilî kirine.
Herweha Rayedarên HDPê diyar kirine ku beriya niha jî gelek caran êrîş li avahiya partiya wan a Keçîorenê hatiye kirin û ji giliyên ku kirine tu encamek bi dest nexistine.
Êrîşa sala 2020an
Avahiya Rêxistina HDPê ya Navçeya Keçîorenê di salên derbasbûyî de jî rastî êrîşan hatibû.
Di sala 2020an de jî ji aliyê kes ango kesên nasnameya wan nediyar ve li dijî avahiya navçeyê êriş hatibû kirin, paceyên avahiyê hatibû şikandin û têbiniya bi nivîsa "Silavên wan hene" ku navên leşkerên ku li Îdlibê miribûn li sere û alaya Tirkiyeyê hatibû daliqandin.
(TY/AY)