* Fotograf: Liveuamap / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Kazakistanê xwepêşandanên li dijî zêdebûna bihayê sotemeniyê bi dawî nebûne û ji ber vê jî hikûmet hilweşiyaye. Serokkomar Comerd Tokayevî îstîfaya hikûmetê qebûl kiriye. Ji vê sibê vir ve Cîgirê Serokwezîr yê berê Alîxan Smaylov bûye Serokwezîr.
Hikûmetê roja yekşemê sepana bihayê herî zêde yê diyarkirî yê sotemeniyê rakiriye û piştî wê bihayê sotemeniyê bûye du qatî. Li ser vê bûyerê xwepêşandan destpê kirine û hê jî bi dawî nebûne. Xwepêşander bi taybetî li Mangîstauyê, ku navenda hilberîna sotemeniyê ye kom bûne û xwestine bihayê sotemeniyê ji 120 tengeyê dîsa bikeve 60 tengeyê.
Serokkomar Tokayevî roja duşemê li ser hesaba xwe ya Twitterê daxuyaniyekê belav kiriye û wiha gotiye: "Ji bo zêdebûna bihayî wê komîsyon were avakirin û ew komîsyon ji xebatkarên Îdareya Serokatiya Dewletê saz bibe. Xebat li Aktau destpê kiriye û Navenda Operasyonên Dewletê jî bênavber xebatên xwe didomîne. Divê xwepêşander jî bi awayekî berpirsiyar tevbigerin û nişan bidin ku ji bo dîyalogê amade ne."
Hikûmetê her weha soz daye ku wê ti ceza li kesên li qadan kombûnê neyên birîn û diyar kiriye ku hemû aliyan li ser diyalogê û li ser çareseriya bi zagonên heyî li hev kirine.
Xwenîşandan nesekinîne
Lê li gor rojnamevan Nazgul Kenzhetayê ragihandiye, sedema protestoyan ne tenê bihayê sotemeniyê ye. Kenzhetayê diyar kiriye ku Kazakîstan ji aliyê neftê dewlemendtir welatê Asyaya Navînê ye, lê tevî vê rastiyê bêkarî gelek zêde ye û dilşadiya civakê gelekî kêm e. Bihabûna sotemeniyê jî bandoreke neyînî li wê rewşê kiriye.
Li gor Wezareta Navxweyî, heya niha nêzîkî 200 kes hatine desteserkirin û 95 polîs jî birîndar bûne. Lê Wezaretê qala xwepêşanderên birîndar nekiriye. Her wiha dewletê sepanên wek Telegram, WhatsApp û Signalê jî li Kazakistanê qedexe kiriye û xwepêşander nikarin van sepanan bikar bînin.
Ji 2011ê û vir ve xwepêşandanên wiha mezin nebûbûn
Ev xwepêşandan, ji 2011ê wir ve pêşandana herî mezin e. Di 2011ê de jî dîsa li Mangîstauyê polîsan êrîş biribû li ser karkerên neftê ku dixwestin rewşa wan baştir bibe û 14 karker miribûn. Li Kazakîstanê hêzên ewlehiyê bi tundî midaxele li xwepêşandanan dikin û xwepêşandanên ku beriya destpêbikin rêvebir hayîdar nekin ne qanûnî tên qebûlkirin. Di parlamentoya Kazakistanê de partiyeke muxalif nîn e.
*Kazakistan yek ji wan dewletan e ku ji Sovyetan cuda bûne û ew nêzîkî 30 sal e Nursultan Nazarbayev welat birê ve biriye. Di 2019ê de Nazarbayevî, li şûna xwe Tokayev wek namzet nîşan daye û Tokayev bûye Serokkomarê Kazakistanê. Lê tevî ku Nazarbayev êdî ne serokkomar be jî, dîsa di rêvebirina Kazakistanê de çalak e. Ew 81 salî ye û hê jî serokê Konseya Ewlehiyê ye û bi pênasa "Rêberê Netewî" xwediyê hin imtiyazan e ku wek mînak nabe were darizandin. (TP/OP/FD)
*Ozan Polatî ev nûçe ji tirkî wergerandiye
** Çavkanî: BBC Tirkî, Al Jazeera