Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Katalonyayê di hilbijartina pêşwext de lîsteya partiyên serxwebûnxwaz bi ser ket, çêdibe kêşeyên di navbera Madrîd û Katalonyayê de zêde bibin.
Piştî hilbijartina ji bo serxwebûnê ya Katalonyayê Îspanyayê mûdaxeleyî wê derê kiribû. Li gor xala 155. a Qanûna Bingehîn ya Îspanyayê Îspanyayê Katalonya kontrol kiribû û biryara hilbijartineka pêşwext hatibû dayin.
Bixwîne - Saziyên sivîl ên Katalonyayê grev îlan kir
Di meclîsa Katalonyayê de 135 kursî hene. Pênc milyon û 500 hezar hilbijêr dê dengê xwe bidin. Li gor rapirsînan ji sedî 80yê hilbijêran dê dengê xwe bidin.
Serokê berê yê Kajtalonyayê Carles Puigdemont, da ku neyê girtin çûbû Birûkselê. Wî bi vîdeoyekê diyar kiribû ku heke ew bê hilbijartin, digel metirsîya ew bê girtin jî dê biçe Katalonyayê.
Bixwîne - Katalonyayê serxwebûna xwe ragihand
Peigdemont li ser lîsteya JxCatê(Ji bo Katalonyayê Bi Hev Re) berendam bû.
Cihgirê serokê Katalonyayê Oriol Junqueras hê jî di girtîgehê de ye. Di lîsteya Komarîyan de Oriol Junqueras di rêza yekem de bû.
Partiya Puigdemontî 70 kursî bi dest xistin. Bi vê yekê jî bû xwediyê ji sedî 48ê kursiyên meclîsê.
Hin ji xelkê Barselonyayê derketin derve û sloganên “serok Puigdemont” gotin. (PT/MB)
Wêne: Dursun Aydemir/ MADRİD/ AA
Çavkanî: DW Turkçe