Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hikûmeta eyaleta Karnatakayê ya Hindistanê, ji bo rêjeya kesên karên wan hene zêde bibe, biryar daye ku otibos ji bo jinan û transan belaş bin. Ev biryar di 11ê Hezîranê de ketiye meriyete. Li gorî vê biryarê, jin û trans çi çaxê bixwazin wê bikaribin biçin cihên ku dixwazin.
Li eyaletê hejmara jinan di navbera 35 û 40 milyonî de ye. Hin ji van jinan ji bo ku li wesayitên cemawerî siwar bibin, hewcedariya wan bi destûrê heye. Bi biryara hikûmetê re her çend wê hîna jî divê destûrê bistînin lê wê pêdiviya wan bi pereyan nebe. Di 9 rojên destpêkê yên bicihanîna vê biryarê de jin û transan zêdetirî 40 milyon bilet bikar anîne.
Li Hindistanê rêjeya jinên ku kar dikin, kêm e. Hikûmet bi vê polîîkayê re hewl dide ku hejmareke zêdetir jin û trans kar bikin.
Beriya niha di sala 2019an de hikûmeta Delhiya Nû jî bi heman rengî biryarek derxistibû. Lê ev biryar bi tenê li vî bajarî pêk dihat.
Li Tamîl Nadûyê jî bi heman rengî polîtîkayek tê pêkan^ni lê bi tenê ji bo çûna cihên nêzîk e. (NT/FD)