Li gundê Baxlûyê ku serbi navçeya Kanîreşa Çewligê ye di saetên nîvroyê de ji ber sedemek hê nayê zanîn şewat derket.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê gundiyan ragihandin ku hêza wan têra vemirandina agir nake û tevî ku agahî dane cendirmeyan û tîmên agirkujiyê jî hê mudaxileyî şewatê nekirine.
Gundiyan destnîşan kir û got ku şewat ber bi navçeya Gimgima Mûşê belav dibe.
Her weha gundiyan xwest ku demildest mudaxile li şewatê bê kirin.