Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Eyaleta Brîtîsh Columbiayê ya Kanadayê ji meheke zêdetire hişkesalî dewam dike. Li wê eyalete bi deh hezaran masiyên somon mirine.
Li gorî The Guardianê 65,000 somon di nav çemek nêzî herêma ku civata Bella Bellayê lê dijî de mirin e.
Di vîdeoya ku li ser medyaya civakî hatiye parvekirin de tê dîtin ku bi dehan somonên mirî li peravê çem ketiye.
This is Neekas, Heiltsuk Territory. All of these salmon went into the creek, the creek dried up b/c of no rain so far this fall, and just died, and this is just one reach! Global warming is killing everything. This is such a sad scene. Video credit, Sarah Mund pic.twitter.com/vYhEKwD5mN
— William Housty (@WilliamHousty) October 4, 2022
William Housty, Rêvebirê Parastina Neteweyî yê Herêma Heiltsukê bi The Guardianê re axiviye û gotiye:
“Dîtina vê yekê gelek wêranker e. Asta ava çeman niha li her derê kêm e, ne tenê li devera Heiltsukê... Ev hişkesalî heta domahiya peravê dewam dike."
(SD/AY)