Ji Zanîngeha Calgary-yê heyeteke zanyaran di bin serokatiya Dr. Jared Vorisî de aşkere kiriye ku cûreyeke nû ji cûreya dînozorên tyrannosaurê kifş kirine.
Dr. Jared Vorisî navê cûre dînozorê kiriye 'reaper of death' (ferîşteyê mirinê) û. Vorisî gotiye cudahiya vî dînozorî ji tyrannosauran ew e ku ji qorika xwe pê ve ew digîhîje 2,4 metroyan.
Vorîsî diyar kiriye ku temenê cureyê nû 11 milyon sal e û li Kanadayê heta niha bi qasî vê fosîleke dînozoran a kevn a ji tyrannosauran nehatiye dîtin.
Dr. Vorîsî û ekîba wî destnişan kirine ku ev herêma fosîl lê hatiye dîtin ji hêla cûreyên nû yên fosîlan va jî dewlemend e û ew ê xebatan bikin ku perçeyên din ê vî cureyî bibînin.
Xebata heyetê di kovara zanistê ya bi navê "Journal of Cretaceous Research"ê da hatiye weşandin. (FD)
Çavkanî:AA