Li Nova Scotiayê, eyaleta Kanadayê kesekî di êrîşên çekdarî da 16 kes kuştiye.
Brenda Lucki, Dîrektora Polêsê Siwariyê Hespan a Kraliyeta Kanadayê (RCMP) daxuyanî daye û diyar kiriye ku, li bajaroka Portapiqueyê ya eyaleta Nova Scotiayê êrîşkarekî bi navê Gabriel Wortman (51) şeva paşînê bi çekan êrîş kiriye û êrîşên wî heta roja yekşemê danê nîvro dewam kiriye. Luckiyê ragihandiye ku di êrîşan da polîsek jî tê da 16 kes hatine kuştin.
Luckiyê gotiye ku bûyer êrîşeke terorê nîne. Li cihê ku êrîş lê çêbûye xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin, lê dibe ku jimara kuştiyan zêdetir jî bibe.
Êrîş li welêt bûye mijara herî girîng a rojevê, Serokwezîr Justin Trudeauyî li ser êrîşê daxuyanî daye û serxweşî daye malbatên kesên kuştî.
Êrîşkar piştî êrîşan li benzînxaneyekê hatiye girtin û hatiye gotin ku li Portapiqueyê xwediyê klînîkeke proteza diranan e û li bajarên din jî xaniyên wî hene.
Sedema êrîşa Wortmanî hê ne diyar e, RCMPyê jî hê derbarê êrîşê de ti daxuyaniyeke berfireh nedaye ku ku tê gotin di dîroka eyaletê da qasî vê, êrîşeke xwînrij nehatiye kirin.
Ekîba Midaxaleya Bûyerên Cidî (SIRT) li ser operasyona RCMPyê lêpirsîn daye destpêkirin. (FD)
Çavkanî û fotograf: AA