Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hejmara kesên ku li eyaletên rojavayê Kanadayê ji ber germa zêde mirine, hatiye nûkirin.
Saziya Tipa Edlî ya British Columbiayê beriya niha aşkere kiribû ku di navbera 25ê Hezîranê û 1ê Tîrmehê de ji ber germa zêde 719 kes mirine. Lê saziyê ev hejmar nû kiriye û gotiye ku di vê navberê de 808 kes mirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê ji ber vê germa zêde herî zêde di 29ê Hezîranê de mirin çêbûne û di vê rojê de li gundê Lyttonê pileya germê 46,9 bûye.
Hatiye diyarkirin ku ev pile ji bo Kanadayê “rekoreke nû ye” û ji 808 kesan, 300 jê di 29ê Hezîranê de mirine.
Saziyê diyar kiriye ku di 5 salên dawiyê de li heman eyaletê û di heman rojan de hejmara miriyan 198 bûye.
Gelek ji wan ixtiyar in
Lisa Lapointe, Seroka Saziya Tipa Edlî ya British Columbiayê di 3yê Tîrmehê de aşkere kiribû ku ji 25ê Hezîranê heta 1ê Tîrmehê li seranserê eyaletê li ser hev 719 kes mirine. Lisa Lapointeyê diyar kiribû ku gelek ji van, ixtiyar in û li wan malan dijiyan ku ne hewadar bûne û bi tena serê xwe bûne.
Lapointeyê bang li gelî kiriye û gotiye “heta ji destê we tê gelek caran wan ixtiyarên li derûdora xwe kontrol bikin.”
Ji ber germê agir bi daristanan dikeve
World Weather Attribution, koma zanyarên îklîmê ya navnetewî, lêkolîna germa zêde ya li Rojavayê Kanadayê kiriye û ji bo rewşa heyî gotina “kêm caran pêk tê.”
Komê diyar kiriye ku her germaya kurewî zêde bibe, bi xwe re îhtîmala derketina pêlên bi vî awayî bi xwe re peyda dike.
Eyaletên rojavayê Kanadayê ji dawiya meha hezîranê û vir ve di bin bandora germa zêde de ye.
Ji ber vê germê li gelek deveran agir bi daristanan dikeve. (RT/FD)