Fotograf-Vîdeo: Tuğçe Yılmaz / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeke jin û LGBTI+, ji bo desteserkirina rojnamegerên kurd û Seroka Desteya Navendî ya Yekîtiya Doktorên Tirk (TTB) protesto bikin, bi banga koma Jin bi Hev re Xurt in (KBG), duh (26ê Çiriya Pêşiyê) saet di 19.00ê de li Kadikoya Stenbolê hatin ba hev.
Koma çalakvan li ber avahiya Operaya Sureyyayê civiya û komê xwest li vir civîneke çapemeniyê pêk bîne. Polîsan dora wan girt û êrîşî wan kir. Polîsan diyar kir ku Qaymeqamiya Kadikoyê destûra civînê nedaye û bi kêmanî 15 jin û LGBTI+ desteser kirin.
Rojnameger asteng kirin
*Polîsan di dema çalakiyê de, dest xistin qirika nûçegîhana Evrenselê, Eylem Nazlierê
Piştî desteserkirinan, jin û LGBTI+an li nava kolanan daxuyaniya ku hatiye nivîsîn, xwendin.
Bi heman daxwazê, Rêkeftina Ked û Demokrasiyê jî, xwest li ber avahiya Operaya Sureyyayê, saet di 19.30ê de civîneke çapemeniyê li dar bixe. Polîsan êrîş bir ser vê komê jî ku bi slogana “Em ê bêdeng nebin, em ê xwe radestî zextan û zordariyê nekin” civiyabû.
Kadıköy'deki eylemlerden, gazetecilere baskı, açıklama yapanlara polis müdahalesi. Videolar2: @tucyil /bianet pic.twitter.com/vJ8tXGRevr
— Evrim Kepenek (@kepenekevrimm) October 26, 2022
Di çalakiya hevbeş de bi kêmanî 10 kes hatin desteserkirin. Di dema desteserkirinan de polîsan rojnameger jî asteng kirin û nehiştin ew çalakiyê bişopînin.
Polîsan destê xwe xistin qirika nûçegîhana Evrenselê Eylem Nazlierê û ji cihê çalakiyê dûr xist. Her weha bêyî sedemekê nîşan bidin, dest danîn ser telefona Nazlierê. Di nava desteserkiriyan de, rojnameger jî hene. (TY/EMK/FD)