Fotograf: Evrîm Kepenek/bîanet
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Jin, li gel ku baran dibare bi banga Platforma Jinan a 8ê Adarê ya Stebolê ji 15.30ê pê ve li Meydana Îskeleya Kodikoyê kombûne.
16:38: Daxuyaniya hevpar a Platforma Jinan a 8ê Adarê bi kurdî, tirkî û erebî hat xwendin. Daxuyaniya kurdî Şenay Kûmûz, tirkî Nazli Andan û ya erebî Cemîle Baklaciyê xwend.
Nazli Andanê destnîşan kir ku jinan di pêvajoya pandemiyê de piştevanî nedaye alîyekî û weha got, “Ji Amerîkaya Latîn heta Ewropayê, li Başûrê Asyayê heta Rojhilata Navîn li çar aliyê cîhanê tevî ku pandemî heye serhildana me jinan didome.”
“Em ji bo azadiya xwe bi hev re ne, em ê azadiya xwe bi dest bixin. Jiyana xwe, kampusa xwe û bajarên xwe em ê birêve bibin.”
Korteja LGBTÎ+ demeke dirêj negirtin qadê
16:28: Rê dan ku korteja LGBTÎ+yan derbasî qadê bibe. Jinan bicoş pêşwazî li korteje kir.
16:17: Polîs daketiye qadê û midaxeleya korteja LGBTÎ+yan kiriye. Jin bi dirûşman piştgiriya xwe ya ji bo kortejê didomîne.
Korteja Mor Dayanişmayê jî got, “Ji ber ku alaya me ya Keskesorê heye me nagirin qadê. Em bêdeng nabin, em natirsin em îtaet nakin!”
16:05: Remzên LGBTÎ+ û sîwanên keskesorî nagirin qadê. Ji aliyê din jinan dest bi govendê kirin.
15:55: Polîsan li qadê bi awayekî tûnd tedbîrên ewlehiyê girtiye. Li ser û goyê jinan lêgerînê pêk tîne û piştre digire qadê.
Hatibû gotin ku bi biryara Walitiya Stenbolê wê alayên LGBTÎ+yê û remzên keskesorê negirin qada çalakiyê.
“Jiyana xwe, kampusa xwe em ê birêve bibin”
Daxuyaniya hevpar a Platforma Jinan a 8ê Adarê bi kurdî, tirkî û erebî hat xwendin. Daxuyaniya kurdî Şenay Kûmûz, tirkî Nazli Andan û ya erebî Cemîle Baklaciyê xwend.
Nazli Andanê destnîşan kir ku jinan di pêvajoya pandemiyê de piştevanî nedaye alîyekî û weha got, “Ji Amerîkaya Latîn heta Ewropayê, li Başûrê Asyayê heta Rojhilata Navîn li çar aliyê cîhanê tevî ku pandemî heye serhildana me jinan didome.”
“Em ji bo azadiya xwe bi hev re ne, em ê azadiya xwe bi dest bixin. Jiyana xwe, kampusa xwe û bajarên xwe em ê birêve bibin.”
“Em jinên ku ji bo mafên xwe têdikoşin e”
“Em ew jin in ku Li Gebzeyê li dijî kedxwariya Mîgrosê dibêjin ‘keda me ya me ye’, em ew jin in ku li Avcilarê ji berxwedana SMLyê ne!”
Em ew jin in ku li dijî mesaîya bê pere û bê sînor ya ku di bin navê xebata li mal dibêjin “jiyana me ya me ye” Em ew jin in ku karkerên malê ne ku di pandemiyê de li malên ku lê kar dikin hatine zîndanî kirin û ji hinek bi mehan bêkar hatiye hîştin.
Em ew jin in ku li her dera Stenbolê ji bo ked, ewlehiya kar û mafên xwe têdikoşin.”
“Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin”
Em ew jin in ku ji dewletê-mêr re dibejin “tawanbar tu ye” ku te biryarên parastinê û pêşîlêgirtinê yê qanûna bi hijmar 6284ê, Peymana Stebolê pêkneaniye.
Em ji bo jinên ku ji bo jiyaneke bêtûndî, wekhev û azad têdikoşin, ji bo tevahî jinên ku bi prangayan li mal û navçeyan hatine zîndanîkirin bi hev re ne. Em ê azadiya xwe bi dest bixin.”
Ji ber ku em ê azadiya gotinên xwe, birêxistinkirina xwe, tekoşîna xwe û azadiya xwedî derketina li jiyana xwe bi dest bixin.
“Em bi LGBTÎ+yan re li dijî tûndkariyê li berxwe didin”
“Em LGBTÎ+yin ku li dijî tunehesibandin û hedef nîşandana dewletê dibêjin, “Fêrbin, em li vir in, li her derê ne!” em ê tu carî dev ji van gotinan bernedin”
“Em bi hev re li dijî tundkariya dewletê ya li ser Trans û LGBTİ+yan têdikoşin. Em dibînin ku dewletê-mêr fobîyî û dijminatiya li dijî jinan zêdekiriye.”
“Em ji îşkenceya gerîna bi rûtî natirsin”
“Em ji girtinê û îşkenceya bi rûtî natirsin. Me ne ji tûndkariya Daişê ne ji ya dewletê-mêr re ku heman rêbazên înfaz û qetilkirinê bikartinin serî dananî.”
Em jin li tevahî qadên jiyanê bi her awayî têdikoşin. Me serî ji dorpêçên ku disepîne me dananîn. Îşkenceya ku bi Gokçe Kurbanê hatiye kirin, em dizanin sûcê mirovahiyê ye.
“Em ê serhildana xwe li her dere mezin bikin”
Em bi salane di 8ê Adaran de li dijî kedxwariyê, bêkariyê, bêewlehiyê, tûndkariya dewlet-mêr, LGBTÎ+fobiye, nijadperestiyê, xespa vînê û bêedaletiyê li kolana ne.
Em ê îsal jî tekoşîna xwe, hêrsa xwe serhildana xwe li dijî rejîma qesrê, kedxwariyê, kapîtalîzmê, rûxandinê ekolojîyê, tundkariya dewlet- mêr, pederşahî û faşîzma ku jîyana me dorpêçkiriye, li her dere mezin bikin.
Ji bo ku em jiyanên xwe biparêze û azadiya xwe bi dest bixe li 8ê Adarê û her roj em ê li gel hev bin, em ê li kolan û qadan bin.”(EMK/PT/AY)