Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Êrişa bombeyi li paytexta Afganîstan Kabîlê li kolaneke qelebalix pêk hatiye. Di êrişê de 8 kes mirine û 22 kes jî birîndar bûne.
Hatiye ragihandin ku duh (6ê Tebaxê) li rojavayê paytexta Afganîstanê Kabîlê di êrîşa bombeyî ya ku li kolaneke qelebalix pêk hatiye de 8 kes mirine û 22 kes jî birîndar bûne.
Hatiye diyarkirin ku êrîş li herêmeke ku nifûsa wê ya zêde Şîa ye pêk hatiye û êrîşa bombeyî jî beriya merasîma roja Aşûrayê hatiye kirin.
Li gorî nûçeya Guardianê, birîndar li nexweşxaneyên derdorê tên dermankirin û doktorên nexweşxaneyeke taybet jî dane zanîn ku 8 kes mirine.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Rêveberiya Talîbanê de hatiye diyarkirin ku lêpirsîna êrîşê dewam dike.(RT/AY)