Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Saetên sibehê li paytext Kabîlê ya Afganîstanê du teqîn rû dane û herî hindik 21 kes mirine. Piştî teqîna yekê ya duduya çêbûye û Shar Marai nûçegîhanê fotografan ê Agence France-Presse (AFP) jî di nav de gelek rojnameger mirine.
Vahîd Mecrûh Berdevkê Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku 25 kes mirine, 49 kes jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku rewşa hin birîndaran giran e. Wezareta Navxweyî jî diyar kiriye ku ji 25 kes mirine û 8 ji van, rojnameger bûne.
8 rojnameger mirine
Sê rojnamegerên ku hatine kuştin ji bo Radio Free Europeyê re kar dikirin. Abadullah Hananzai rojnameger û kameraman li ser nûçeyeke derbarê narkotîkê de dixebitî. Maharram Dûrranî heftê carekê programek li ser jinan çêdikir. Durranî di dema êrîşê de birîndar bûye, lê li nexweşxaneyê miriye.
Tolo Newsê destnîşan kiriye ku kameramanê wan Yar Mohammad Tokhî di nava kesên mirî de ye.
Dîsa Gazî Rasoolî nûçegîhan ê Nowroz Alî Rajabî kameramanê 1 TVyê jî mirine.
“Weke rojnamegeran tevgeriya ye”
AFPyê li ser Twitterê daxuyaniyek belav kir û got ku êrîşa duyem, rojnamegerên li herêmê kiriye hedef. Di daxuyaniya AFPyê de hatiye diyarkirin ku berdevkê polîsan gotiye, “Kesê ku êrîş kiriye weke rojnameger hatiey û xwe li nava qelebalixê de teqandiye”.
Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê şahidên bûyerê diyar kirine ku êrîşkarê duyem weke rojnamegeran tevdigeriya û bombeya ku xistiye kamerayê di nava rojnamegeran de teqandiye.
DAIŞê berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe.
Herêma Şaş Darakê ya Kabîlê, nêzîkî Balyozxaneya DYAyê, baregeha NATOyê û Wezareta Berevaniyê ya Afganîstanê ye.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê êrîş bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. (ŞA/EA/FD)