Li gor daxuyaniya Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) li bajarê Suzuyê yê li peravên bakurrojhilatê Nîvgirava Notoyê ya li eyaleta Işikawa ya ku li rojavayê wî welatî ye bi pileya 6an erd hejiya.
Li gorî ajansê pileya erdhejê 6 e li gor saeta herêmî di 06.31ê de 10 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
5 avahî hilweşiyan
Li heman herêmê saet di 06.40an de erdheja duyemîn a bi mezinahiya 4,8an pêk hat.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Eyaleta Isikavayê, li bajarê Wajima yê li Nîvgirava Notoyê di dema erdhejê de 5 avahî hilweşiyane.
Li gorî agahiyên yekîneyên rêveberiyên herêmî di erdhejan de ti kes nemirine.
Li herêmê du santralên nukleerî hene
Erdhej li seranserê Işikava û eyaletên derdorê Fukui û Niigata jî hatiye hîskirin.
Li Santrala Nukleerî ya Şîka ya li Îşikavayê û Santrala Nukleerî ya Kaşîwazakî-Kariwa ya li Niigatayê tu anormalî nehatiye dîtin.
(AS/AY)