Li Îzmîrê zaroka 13 salî ku bi gumana hestîhelînê dihat dermankirin lê ji ber nexweşiya AIDSê mir.
Li gorî nûçeya ji NTVyê Melîke Şahînê; Zarokek keç a 13 salî bi gumana nexweşiya hestîhelînê ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê.
Derket holê ku zaroka 13 salî AIDS e û ev nexweşî ji dayikê derbasî zarokê nebûye, bi rêya îstîsmara zayendî derbasî zarokê bûye.
Serokê Beşa Zanista Enfeksiyona Zarokan a Fakulteya Pizîşkî ya Stenbolê Prof. Dr. Ayper Somer da zanîn ku tenê li Fakulteya Pizîşkî ya Stenbolê 100 zarokên ji ber nexweşiya HIV pozîtîvê tên şopandin hene.
Somer diyar kir ku ji 100 bûyeran 20 jê bi rêya zayendî ne û heta niha 5 kes mirine.
Somer got, “Di salên borî de, bûyerên bi vî awayî gelek kêm bûn. Lê di van 5-6 salên dawî de ev bûyer zêde bûne."
Niha li Tirkiyeyê nêzî 250 zarokên bi HIV pozîtîvê ketine hene.
(RT/AY)