Polîsan vê sibehê li Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin. Di lêgerînên malan de polîsan dest danîn ser komputer, telefon û materyalên dîjîtal.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê nûçegihana Rojnameya Mucadele Bîrlîgî Lutfiye Burcu Kara jî di nav de 4 kes hatin desteserkirin.
Hevdîtina parêzeran a bi desteserkiriyan re ji bo 24 saetan hat sînordarkirin. Kesên hatine desteserkirin birin Rêvebiriya Emniyetê a Îzmîrê.
Her wiha polîsan deriyê Nûnertiya Mucadele Bîrlîgî ya Îzmîrê jî şikandin û ketin hundir û lêgerînê pêk anîne. Di lêgerînê de dest danîn ser pirtûk û arşîva rojnameyê.
Her çar kes jî di çarçoveya lêpirsînek ku li ser gilîkirina şahidek nepen hatiye destpêkirin de hatine desteserkirin.
Her weha her çar kes jî ji belavkirina belavokan, beşdarbûna bîranînê, nivîsandina nivîsên li ser dîwaran û beşdariya daxuyaniyên çapemeniyê tên tohmetbarkirin.
(AY)