Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Konakê ya Îzmîrê, 28ê Adarê hin kesan molotof avêtine Sînagona Beth Îsraîlê. Kesê ku molotof avêtiye, hatiye girtin.
Li gorî nûçeya ku di rojnameya Şalomê de hatiye weşandin, êrîş roja pêncşemê di saetên şevê de çêbûye. Molotofa ku hatiye avêtin, li erdê ketiye û ti zerar nedaye avahiya sînagogê.
Polîsan piştî êrîşê lêpirsîn daye destpêkirin.
Êrîşkar hatiye girtin û dadgeriya cezayan a nobedar bi tohmeta ku “zerar daye îbadetxaneyan” ew girtiye. Êrîşkarî di îfadeya xwe ya pêşiyê de gotiye ku ji bo protestokirina Îsraîlê wî ev çalakî pêk aniye.
Civaka Cihûyan a Tirkan derbarê êrîşê de daxuyaniyek belav kiriye û wiha gotiye: “Di encama xebateke bi lez û hesas de êrîşkar hatiye girtin û radestî dadê hatiye kirin. Em vê êrîşa neyariyê ya gefan li jiyan, aramî û yekîtiya me dixwe şermezar dikin.
Mûstafa Yeneroglû, Parlamenterê AKPyê yê Stenbolê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî êrîş şermezar kiriye. (AO/FD)